IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên Iraqê goreke komî li Mûsilê ditîn

Hêzên iraqî li bara keşfkirina goreke komî li başûrê bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê agahî dan.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Mêhr Newsê, û ji zarê Someriye News`ê, rayedarên  iraqî raghandin ku li vê gora komî meytê 28 eskerên iraqî hatine defnkirin.

Li gor raghandina medya iraqî, kesên hanê ji aliyê terorîstên  tekfîrî yên DAIŞ`ê ve hatine kuştin û defnkirin.

Hêzên iraqî meha buhurî jî li bara keşfkirina  goreke komî li başûrê bajarê Mûsilê bi 48 meytên  xelkê sivîl agahî dan.

Hêzên iraqî li sala buhurî bi dehan gorên komî ji meytên  qurbaniyên  cinayetên  bi xof ên DAIŞ`ê li cihên curbicur keşf kirine.

Başa dön tuşu