IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên Iraqê Mûsil û Telafer ji hev qutkirin

Hêzên Iraqê dest danîn ser rêya serekî ya di navbera bajarê Mûsilê û bajarokê Telaferê.

Pêşdeçûnên hêzên Iraqê di çarçoveya operasyona rojavayê Mûsilê de berdewame û çekdarên rêxistina tund a DAIŞê şikestinên mezin jiyan dikin.

Îro 01.03.2017ê hêzên Iraqê karîn rêya di navbera Telafer û Mûsilê rizgar bikin û bi wî awayî jî derbeke mezin li çekdarên DAIŞê dan.

Ew rê, rêya serekî ya peyvendiyên çekdarên DAIŞê bo navçeyên dagirkirî ya li Sûriyê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu