IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên iraqî bendava Badoşê li rojavaya Mûsilê azad kirin

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRNA`yê, serleşker Ebdul Emîr Yarellah femandeyê opêrasiyona azadkirina Mûsilê ragihand: Yekîneya heştem a siwareya zirêhî ya artêşa Iraqê berêvariya yekşemiyê Bendava Badoşê ji bin kontrola têrorîstan azad kirin.

Fermandeyê opêrasiyona azadkirina Mûsilê her wiha ragihand: Karistana Sîmana Badoşê, taxên El Erûbe, Wadî El Eyn û Recem El Hedîdê her wiha taxa pêşeyî ya beşa rojavaya Mûsilê  hatine azadkirin.

Zêde ji sedî 60`ê navçeyên rojavaya Mûsilê hatine azadkirn û niha zêdetir azadkirina beşa qedîmî ya bajêr armanc e.

Azadkirina beşa qedîmî ya bajêr ji ber hebûna çeteyên DAIŞ`ê û kombûna welatiyên asayî li wir ku DAIŞ wan wek mertala zindî bi kar tîne, xwedana girîngiyeke taybet e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu