ÎranNûçeRojhilatanavin

Wilayetî: Hêviya Amerîkayê ya ji bo pêkanîna welatê serbixwe yê Kurd li Sûriyê, wê serê xwe negire

Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî got: Hêviya Amerîkayê ya ji bo pêkanîna welatê serbixwe yê Kurd li Sûriyê, wê serê xwe negire.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Elî Ekber Wilayetî, şêwirmendê rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî, roja çarşemiyê li hevpeyvîna tev nûçegîhanan, li ser yekhelwêstbûna Amerîka, Tirkiye û Rejîma Siyonîst bona êrişa ser Sûriyê pêgîrî kir û got: Bêguman Îran pişta yekperçetiya axa Sûriyê digire û tu êrişekê ser axa Sûriyê qebûl nake.

Wilayetî got: Amerîkî dil hene axa Sûriyê perçe bikin û karên wê yên sereke jî cih anîne ta ku li rojhilata Firatê li navçeya kurdtêde, welatekî serbixwe pêk bînin û wê bi fermî nas bikin, lê ev hêviya wan wê serê xwe negire.

Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî, destnîşan kir: Para zêde ya xelkê Kurd ê Sûriyê, pêbendî yekperçetiya welatê xwe ne û wê nehêlin amerîkî bigihîjin armancên xwe yên şeytanî.

Başa dön tuşu