IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên iraqî derbasî balafirgeha Mûsilê bûn

Bi destpêbûna qonaxa duyem a opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê, hêzên polîsên fêdêral ên Iraqê derbasî balafirgeha vî şarî bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, çavkanîyeke herêmî li Iraqê ragihand ku hêzên iraqî êrişên berfire jibo azadkirina balafirgeha Mûsilê û kempa Xezlanî li başûra rojavaya vî şarî pêk anîn.

Li gorî vê raporê, hêzên polîs ên fêdêral û hêzên berteka lezgîn ji çend mêhweran va li derdora balafirgeha Mûsilê pêşda çûne û ew ji lepên DAIŞ`ê azad kirin.

Televîzyona fermî ya Iraqê jî ragihand ku hêzên leşkerî yên vî welatî derbasî balafirgeha Mûsilê bûne. Li gorî vê raporê, bi sedan kesên sivîl li rojavaya Mûsilê ji malên xwe revîne.

Berî vîya serleşker Şakir Cewdet fermandeyê polîsên Iraqê ragihandibû ku hêzên iraqî baregehên DAIŞ`ê li balafirgeha Mûsilê dane ber bombeyan û derbên giran li wan xistine.

Opêrasyona azadkirina beşa rojava ya Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê yekşema buhurî li gorî fermana serokwezîrê Iraqê destpê bûye. Meha buhurî, beşa rojhilata Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê hat azadkirinê û awaeyên iraqî niha dizvirin ser mal û milkê xwe li vê deverê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu