IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên iraqî li 400 metriya navenda Felûcê ne

Li gorî rapora ajansa nûçan a Someriye News`ê, Sofiyan Îsawî şêwirmendê waliyê El-Enbarê li karên eşîretan ragihand ku opêrasyona azadkirina Felûcê li gorî plana ku Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê darştiye cih tê û didome lê, hebûna malbatan vê opêrasyonê paşda dixe. Wî her wiha got: Hêzên têkoşîna li hemberî têrorîsmê niha gihîştine 400 metriya navenda bajêri û eva alûgureke mezin a ewlehiyê ye.

Serleşker Ismayîl Mehlawî, fermandeyê opêrasyona Enbarê jî ragihand ku opêrasyona azadkirina bajarên dagirbûyî didome û du deverên Felahat û Sebîhatê li rojavaya Felûcê îro bi destê çiqa 8`an a artêşa Iraqê û piştgiriya Hevalbendiya amerîkî û hêzên iraqî hatin azadkirinê.

Nûçegihanê kanala nûçan a Meyadînê jî ragihand ku hêzên iraqî derbasî xetên berevaniyê yên DAIŞ`ê li taxa Şuheda ul Ewel li başûra Felûcê bûne.

Li gor nûçeyeke din hikimdarê şerî yê DAIŞ`ê li devera Cumhûriye û Bûhesweyê li başûra Selahedînê di encama êria hewayî ya hêzên iraqî da hat kuştinê.

Xalid Ubêydî wezîrê berevaniya Iraqê jî çûye mêhwera rojavaya bajarê Felûcê ta ku çavdêriyê ser opêrasyonê û pêşdaçûna artêşê bike.

Ji hêla din hin çavkaniyan ragihandin ku DAIŞ`ê gellek kes ji eşîretên Bûsalih û Bûhatemê li rojavaya Felûcê kuştine û malbatên ku bera xwe dabûn Amiriyê jî dane ber gulleyan.

Li gorî gotina çavkaniyên hanê, pirraniya goriyan jin û zarok in.

Hêzên iraqî ji 23`yê Gulanê va opêrasyona têkşikandina têrorîsmê jibo azadkirina Felûcê destpê kirin. Ev bajara pêgeha sereke ya DAIŞ`ê li rojavaya Iraqê ye.

Hêzên iraqî gellek deverên derdora Felûcê azad kirine lê, tişta ku dibe astengiya ser riya pêşdaçûna hêzên iraqî, hebûna hejmareke zêde ya sivîlan e ku têrorîstên DAIŞ`ê wan wek mertal xwe ra bi kar tînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu