IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên iraqî nêziktirî Mûsilê bûn

Hêzên iraqî îro anku çarşemiyê, 29`ê Hezîrana 2016`an, ber bi navenda leşkerî ya hewayiya stratijîk a Qiyarê va pêşda çûn; Destkefta ku dikare wek nuqteya destpêkirina azadkirina bajarê Mûsilê were bikaranîn.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Reuters`ê, fermandarekî derecebilind ê Iraqê ragiahnd ku artêş û hêzên şerê dijî têrorîsmê yên Iraqê roja sêşemiyê, 28`ê Hezîrana 2016`an, mnavçeya Telûl El-Bacê li 260 kîlomitriya bakûrê Bexdayê ji bin kontrola DAIŞ`ê derxistin.

Reuters`ê ji zarê rayedarên leşkerî her viha ragihand: Hêzên iraqî ku a niha du hefte ji destpêka pêşdaçûna wan ji bajarê palavgehî yê Bêyciyê derbas dibe, li 45 kîlomitriya navenda leşkerî ya hewayiya Qiyarê ne.

Azadkirina palavgeheke din li nêzikî Qiyarê bi guncawtiya rojane ya 16 hezar bermîl niftê dikare derbeke giran li koma têrorîst a DAIŞ`ê xine.

Azadkirina bajarê girîng ê Felûcê li rojavaya Bexdayê bû sebeb ku opêrasiyona hêzên iraqî ji bo rizgarkirina Mûsilê bikeve qonaxeke nû û teze (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu