IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên iraqî operasiyona paqijkirina Mûsilê ji madeyên teqandinî ku terorîstên DAIŞ`ê ewna li nav vî bajarî danîne, destpê kirin

Hêzên iraqî operasiyona xwe ya mezine paqijkirina Mûsilê ji bombe û madeyên teqandinî ku terorîstên DAIŞ`ê ewna li nav navçe û kolanên vî bajarî danîne, destpê kirin.

Bingehên nûçan ji Iraqê ragihandine ku hêzên vî welatî heta niha bi hezaran bombeyên ku terorîstên DAIŞ`ê ewna li nav Mûsilê danîne pûç kirine.

Hêzên iraqî îzn dane hinek ji malbatên Mûsilê ku herin û ji erdên xwe yên ku bombeyên nav van erdan pûç kirine, dîtin bikin.

Herwisa hinek ji malbatên rojavaya Mûsilê jî herçend malên wan kavil bûne lê dîsa jî zivirîne malên xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu