IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên Iraqî piştî şerekî giran karîn taxa Zencîlî ya bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞê derxînin

Şerê azadkirina Mûsilê didome û niha şer li aliyê rast yê bajêr germ e.

Fermandeyê polîs Iraqê Şakir Cewdet ragihand, hêzên Iraqî îro karîn taxa Zencîlî ya bajarê Mûsilê azad bikin û dest bi paqijkirina wê taxê bikin.

Li gorî agahiyan, bi rizgarkirina taxa Zencîlî re, tenê du taxên mezin yên bajarê Mûsilê di destê DAIŞê de mane.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê roja 17 Cotmeha par bi fermana serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dest pê kir û heta niha jî didome.

Azadkirina taxa Zencîlî di demekî de ye ku îro sêyemîn salvegera girtina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu