IraqNûçeRojhilatanavin

Terorîstêk DAIŞê: Emîrekî DAIŞê dayîka min bi zorê li xwe mahre kir

Çekdarekî DAIŞê li Kerkûkê ji aliyê hêzên polîs ve hat girtin. Wî çekdarê DAIŞê gotiye, emîrekî DAIŞê bi zorê dayîka wî li xwe mahre kir û zarok jî jê çêkir!

Du heyama du-sê rojên borî de, çekdarekî DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê ji aliyê hêzên polîs ve hatibû girtin. Wî çekdarê DAIŞê axiviye û hinek agahiyên sosret eşkere kiriye. Wî çekdarî daye zanîn ku ew şofêrê emîrekî DAIŞê bûye li bajarê Hewîce û wî emîrê DAIŞê dayîka wî li xwe mahre kiriye û zarokek jî jê çêkiriye. Ew emîrê DAIŞê, çendekî beriya niha ji aliyê DAIŞê ve hat îdamkirin. Tevahiya keçên êzîdî yên ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin, li ba wî emîrê DAIŞê bûne.

Li gorî agahiyên wî çekdarê DAIŞê, rêxistina DAIŞê neft ji Hewîcê derbasî Sûriyê dikir û bi firotina wê neftê gelek pere qezenc dikir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu