ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: “Ewlehî û aramiya Îranê bi palpiştiya xelkê ye“

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf êvara Sêşemiyê wek berteka li hemberî hin aloziyên vê dawiyê li Îranê li ser rûpela xwe ya Twitter`ê nivîsî: “Ewlehî û aramiya Îranê bi palpiştiya xelkê ye“.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf bi gotina vê yekê ku gelê Îranê berovajiya gelê dostên nêzik ên navçeyî yên Trump mafê dengdayîn û dijayetîkirinê hene, nivîsî: “Ev maf ku bi hewildana zêde hatiye bidestxistin, dê were parastin û dê rê li kesên derfetxwaz neyê dayîn ku bi tundî  û wêrangeriyê vî mafî ji nav bibin“.

Ji pêncşemiya heftiya bihurî va hejmareka xelkê li çend bajarên Îranê bi lidarxistina kombûn û bilindkirina hin dirûşmeyan, nerazîtiya xwe li hemberî diyarnekirina teklîfa enstîtûyên malî û girnbûna bihayê hin kelûpelan û lawaziya çavdêriya dewletê nîşan dan ku li hinek ji van kombûnan bi desthebûna kesên derfetxwaz alozî û tevlihevî derket.

Başa dön tuşu