IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên polîsên federal bi piştevanîya hêzên esmanî berbi devera Faroq diçin û 60 terorîstên Daişê jî kuştine

Ferîq Raîd Şakir Cewdet fermandarê polîsên federal dîyar kir hêzên polîsên federal li mîhwerê rojavayê Mûsilê bi piştevanîya frokên şer û frokên bê frokevan û topbarankirinê berbi taxê Faroq û mizgefta Nûrî diçin.

Xuya jî kir hêzên polîsan di encama şer û pevçûnan da 60 terorîst kuştine ku di nav wan da Ezîz Îbrahîm Faris Înzî bûye ku yê navdare bi Ezîz Qencu emîrê berê yê geyare bû.

Fermandarê polîsên federal got: hêzên wan pênc trombêlîn serbazî û heşt matorsîkletên mînrêjkirî ji kar xistine û dest bi ser şeş çekê dijî frokan da girtine û sê xanîyên TNT kirî paqij kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu