ÎranNûçeRojhilatanavin

Hêzên sînorvaniya Komara îslamî ya Îranê li başûra rojhilata welêt dest bi ser çek û sîlahên terorîstan girtin

Li şer û pevçûna di navbera hêzên sînorvaniya Komara îslamî ya Îranê û grûpên terorîstî û şerût, li navçên sînorî yên başûra rojhilata welêt; hêzên sînorvaniya welêt dest bi ser parek çek û sîlahên van terorîstan girtin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, alîkarê ewlehî û întizamî yê parêzgarê Sîstan û Belûçistanê got: Hêzên sînorvaniya navenda sînorî ya Serawanê karîn li şerê dijî terorîstan û şerûtên vê navçê derbên giran li van terorîstan xînin û parek pir ji çek û sîlahên van terorîstan zeft bikin.

Muhemed Hadî Mereşî ragihand: “Piştî ku memûrên sînorvaniya Seravanê agehdar bûn ku hinek ji terorîstan dixwazin ji wê navçê bikevine nav axa welêt; li operasiyoneka berfireh pîşiya ev terorîstan girtin û li şer û pevçûna di navbera hêzên sînorvaniya Seravanê û van grûpên terorîstî û şerût da, derbeyên giran li van terorîstan ketin û parek pir ji çek û sîlahên van terorîstan hatine zeftkirin.

Alîkarê ewlehî û întizamî yê parêzgarê Sîstan û Belûçistanê destnîşan kir: Li vê operasiyonê 10 davikên teqandinî, 11 sîlahên Kilaşînkov, RPG`iyek û parek narincokên terorîstan ketine destê hêzên sînorvaniya Seravanê.

Başa dön tuşu