NûçeRojhilatanavinSûriye
Hêzên sûrî her wiha ji destpêka operasyona xwe li beşa rojhilata Helebê 45 tax azad kirin
Navenda hevdengiya agirbesê li Sûriyê roja çarşemiyê ragihand ku hêzên sûrî li 24 sietên buhurî 10 taxên din li rojhilata Helebê azad kirin.
Hêzên sûrî her wiha ji destpêka operasyona xwe li beşa rojhilata Helebê 45 tax azad kirin.
Di eynî demê de navenda nûçan a El-Ehdê îro ragihand ku hêzên sûrî hin beşên navça kevn a Helebê navbera nexweşxana El-Eyûnê heya navça Kela Qerbayê ji terorîstan paqij kirin.
Duh artêşê û hêzên gelanî yên Sûriyê navça stratejîk a El-Şuarê li rojhilata Helebê ji destê DAIŞ`ê azad kirin.
Artêşa Sûriyê operasyona xwe ya nû jibo azadkirina Helebê li 15 Mijadrê û di vê midehê de navçên berfireh ji destê grûpên neyar û terorîst derxistiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)