NûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama zivirîna awareyên sûrî bo welatê xwe

Rêxistina Netewên Yekgirtî duh sêşemê ragihand ku hejmara awareyên sûrî ku ji sala 2014 heta niha zivirîne welatê xwe gihêştiye nîzikî milyonek kes.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fransayê, Xanima Lîza Ebû Xalid berdevka Komîsariya bilind a awareyên Rêxistina Netewên Yekgirtî got: Li gor lêkolîna ku Mijdara bihurî hatiye kirin 997 hezar û 905 awareyên sûrî li kempên Lubnanê dijîn ku li Nîsana sala 2014 hejmara van awareyan ji milyonek kes jî derbas bibû û eva nîşan dide ku parek pir ji van awareyên van kempên nav Lubnanê zivirîne welatê xwe.

Berdevka Komîsariya bilind a awareyên Rêxistina Netewên Yekgirtî destnîşan kir ku her çend hejamara van awareyan kêm bûye lê wisa diyare ku hinek ji van awareyên sûrî zivirîne welatê xwe û hinek jî çûne welatên dine cîhanê.

berdevka Komîsariya bilind a awareyên Rêxistina Netewên Yekgirtî destnîşan kir ku gor lêkolîna Rêxistina Netewên Yekgirtî li sala 2017 zêde ji 500 hezar awareyên sûrî zivirîne welatê xwe.

Piştî serketina artêşa Sûriyê û bereya berxwedanê bi alîkariya hevalbendên xwe li hemberî terorîstan û birêketina ewlehiyê li navçên girîng û steratijîke Reqa û Dêrazorê, niha awareyên sûrî yên van navçan dizivirin malên xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu