ÎranNûçeRojhilatanavin

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xamineyî: Bila sizadana van gendelkarên abûrî bilez û bi edlayî cih were

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xamineyî duh şemiyê li bersiva nameya serokê saziya dadweriya Komara îslamî ya Îranê ragihand ku Zisadana gendelkarên abûrî bilez û bi edlayî cih were.

Li gor rapora IRIB Newsê, Hezretê Seyyid Îmam Elî Xamineyî duh şemiyê li bersiva nameya Ayetullah Sadiq Larîcanî serokê saziya dadweriya Komara îslamî ya Îranê ku bal kişandibû ser şerê abûrî yê dijminan dijî Îranê û hinek kesên ku hevrê digel dijminan li gendeliya abûrî dest hebûne û ji bo hedef û armancên dijminan xebitîne û îzna sizadana wan xwestibû  ragihand ku  Zisadana gendelkarên abûrî bilez û bi edlayî cih were.

Li nameya serokê saziya dadweriya Komara îslamî ya Îranê bo Hezretê Seyyid Îmam Elî Xamineyî pêşniyar hatiye dan ku her cure kêmkirina sizaya van gendelkarên abûrî bila qedexe be.

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xamineyî bilî ku ev pêşniyara serokê saziya dadê ya Komara îslamî ya Îranê qebûl kiriye ragihandiye bila sizadana van gendelkarên abûrî bilez û bi edlayî cih were û liser hukmên ku dadgeh dide bi hûrî û kûrî bila lêkolîn bê kirin.

Başa dön tuşu