ErebîstanIraqNûçeRojhilatanavin

Birêveberê navenda medyayî ya Iraqê: Rejîma Alê Seûd DAIŞ`pêk aniye.

Birêveberê navenda medyayî ya Iraqê got: Rejîma Alê Seûd bûye sebeba pêkhatina grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û niha jî ev grûpa cinayetên xwe bi palpiştiya Riyazê cih tîne.

Ebas El-Mûsewî birêveberê navenda medyayî ya Iraqê li gotûbêja xwe ya tev televîzyona El-Meyadîn li Beyrûtê li bara rêketina Amerîka tev grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê got: Ez hîn jî bawer im ku grûpa tekfîrî-terorîstî ya DAIŞ`ê li gor xêr û qazanca Amerîka û saziyên istixbaratî yên birek ji welatên navçê pêk hatiye.

Wî destnîşan kir; Tu şik têda nîne ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê her cinayetekê ku dike bi rênimûniya Erebistanê cih tîne û teqînên terorîstî ya hefta bihurî li nav Erebistanê jî mihane bû ta ku Riyaz xwe qurbaniyê DAIŞ`ê nîşan bide, ji ber ku li her kiryareke terorîstî li nav axa Iraqê bi sedan kes têne kuştin û li kiryara terorîstî ya nav Erebistanê hema kesek tê kuştin ku eva nîşan dide Erebistanê bi xwe ev teqîna organîze kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu