NûçeRojhilatanavinYemen

Hêzên Yemenî balafireke bêpîlot ê rejîma Siûdî xistin erdê

Berevaniya Hewayî ya Artêş û Komîteyên Gel ên Yemenê balafireke bêpîlot a sîxoriyê ya Hevpeymaniya Erebî bi serkêşiya Erebistanê li ser esmanê bendera Hudeydê xistin erdê .

Li gor IRNA, kanala nûçeya ya El-Mesîreya Yemenê ragihand ku li mideha 24 saetên borî eva balafira dudiyan a bêpîlota hevpeymaniya Erebî ye ku Artêş û Komîteyên Gel ên Yemenê ew xistine erdê.

Berevaniya Hewayî ya Artêş û Komîteyên Gel ên Yemenê rojekê berî viya jî balafireke bêpîlot a Rejîma Siûdî li Necranê xistibûn erdê.

Başa dön tuşu