AborîCîhanErebîstanNûçeRojhilatanavin

Emrîka û Siûdiyê peymaneke bi 280 milyar dolarî îmze kirin

Di hizûra Serokê Emrîkayê Donald Trump û Qralê Siûdiyê Selman bîn Ebdulezîz de peymana bi 280 milyar dolarî hat îmzekirin.

Trumpê ku di çarçoveya seredaneke resmî de gihîşt Riyadê û Qral Selman de hevdîtineke dualî çêbû. Piştî vê di navbera heyetan de li Qesra Yemameyê bi beşdariya Qral Selman û Trump civîneke berfireh hat kirin.

Di hevdîtinan de pêşdebirin û dewlemendkirina têkiliyên stratejîk û kevn ên dualî, mijarên herêmî, geşedanên li Rojhilata Navîn û navneteweyî, xurtkirina aştî û îstiqrara herêmê hatin xeberdan û gavên ji bo van werin avêtin hatin guftûgokirin.

Piştî hevdîtinan di navbera Trump û Qral Selman de “Peymana vizyona stratejîk a hevpar” hat îmzekirin.

– Peymana 280 milyar dolari hat îmzekirin

Di hizûra Serokê Emrîkayê Donald Trump û Qralê Siûdiyê Selman bîn Ebdulezîz de peymana mutabeqet û hevkariyê ya bi 280 milyar dolarî hat îmzekirin

1emîn Prensê Welîehd û Wezîrê Navxweyî yê Siûdiyê Mûhemmed bin Selman û Wezîrê Derveyî yê Emrîkayê Rex Tillerson de ji bo modernîzasyona Artêşa Siûdiyê û hilberîna helîkopterên curê Sikorsky curê Blackhawk ku wek “Bazê Reş” tên zanîn li Siûdiyê jî li hev kirin.

Di navbera şirketa enformasyonê ya Siûdiyê û Appleê de peymana mutabeqetê hat îmzekirin.

Wek din li warê barkirina esmanî, tendurîstî, jêrxane, teknolojî, petrol, xaza siriştî, firotin û kirîna balafiran, dijîtal û emlaq, madenkarî û pêşdebirina tecrubeya însanî, hilberîna berhemên teknolojîk ên fêdeya wan ji welat re zêde ye, hilberîna hevpar di warê enerjiyê de û pîşesaziya parastinê de peymanên hevkariyê hatin îmzekirin.

Berpirsên herî payebilind ên herdu welatan li merasima îmzeyê û civîna di nav heyetan de beşdarî kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu