ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Hêzên Yemenî li hêrema El-Tebe El-Hemrayê li Cîzanê serkeftî bûn

Artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê li operasyonekê li bajarê sînorî yê Cîzanê li başûrê Erebistanê karîn ku kontrola navça El-Tebe El-Hemrayê bigrin destê xwe.

 Li gorî rapora Mêhr News`ê, hêzên yemenî li vê operasyonê hejmarek ji kirêgirtiyên siûdî kuştin an birîndar kirin.

Di hemen demê de balefirên  hevalbendiya siûdî çar caran navça El-Mehazir  li beşa Sehar li rojava  bajarê Sedê li bakurê Yemenê bombebaran kirin.

Balefirên cengê yên hevalbendiyê her wiha hin  navçên  li beşa  Baqmê li bakurê Sedê bombebaran kirin û yekîna  topxana  artêşa siûdî jî hin beşên  Baqmê dan ber êrişan.

Balefirên  siûdî navça El-Qedê li beşa  Razehê li rojava  Sedê jî dan ber êrişan.

Başa dön tuşu