ÎranNûçeRojhilatanavin

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî: Hegera navber û qelişîn, kêmasî û sistîyên niha yên xîmên şaristanîyeta rojava tevî pêşketinên zav ên madî yên wê, nebûna menewîyetê û armancên ilahî ye

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Îslamî ya Îranê pêgîrî kir ku hevrêtîya pêşketina zanistî ya milet û welatekî ligel armancên bilind ên menewî û înqilabî, yê bibin zemîneya vîya ku ew jibo navçê û cehana Îslamê û hemî dinyayê bibin mînak.

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî, rêberê qedirgiran ê Înqilaba Islamî îro li hevdîtina ligel hejmareke bijare û mîdaldarên warê zanistê yên Zanîngeha Pêşeyî ya Şerîfê herwiha got: Hegera navber û qelişîn, kêmasî û sistîyên niha yên xîmên şaristanîyeta rojava tevî pêşketinên zav ên madî yên wê, nebûna menewîyetê û armancên ilahî ye.

Rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî herwiha got: Hin ramanwer û zanyarên amerîkî bi aşkirayî li bara xalifînên curbicur ên fikrî, pratîkî û exlaqî û têkçûna esasa malbatê, şîdeta berfire dibe, fesada exlaqî û xwekujîyan li civakên rojavayî nemaze li Amerîkayê, li xwe mukur tên.

Hezretê ayetulah uzma Xamineyî bal kişand ser şîdetên berfire li civaka Amerîkayê û kuştina bi tifingan û bibîr xist ku mirovkujî û belavbûna sîlehan li Amerîkayê bûye pirsgirêkeke cidî ku rêçareya wê rawestandina bikaranîna sîlehan ji alîyê gel ve ye lê, bi hegera serdestîya mafîyayên kompanîyên çêkirina sîlehan li Amerîkayê, rêvebirên vî welatî nawêrin îlan bikin ku bikaranîna çekan neqanûnî ye.

Hezretê ayetulah uzma Xamineyî çawanîya sûdwergirtina ji aborîya ser bingeha berxwedanê bi armancên welatan va girêda û got: ev mijara ku aborîya ser bingeha berxwedanê yê Îranê li hemberî liv û tevgerên cubicur ên cehanî yên xêrnexwaz û nexêrnexwazan biparêze, wekî esasekê hatîye pejirandinê.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, bikannîa aborîya ser bingeha berxwedanê hegera pêşketinên zanistî û pêşeyî yên Amerîkayê mideha 150 salên derbasbûyî da zanî û bibîr xist ku helbet amerîkîyan ev hizra di çaçrova berjewendîyên aborîyê û dirêf da bikar anîn lê meriv dikare vê tecrubeya cîhanî ya hatîye qebûlkirinê di çaçroveke bilindtir da (çarçoveke insanî) bikar bîne.

Hezretê ayetulah uzma Xamineyî rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî li dawîyê pêgîrî kir ku li gorî berfirebûna esasa berhemanîna zanistê û dîyarbûna encamên wê yên pratîkî, nabe ku hewldan û hereketa zanistî li Îranê bi tu awayî sist bibe yan raweste belkî divê bi lezeke zêdetir bidome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu