CîhanEwropaÎranMirovê HejaNûçeRojhilatanavinSeyyid Îmam Eli Xamaneî

Hezretê ayetullah îmam Xamineyî peyamek xitabî xortên Fransayî da

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li pey gotinên bêrêzane yên serokomarê Fransayê derbarê pêxemberê mezin ê Îslamê (S), peyamek xitabî xortên vî welatî da.

Di peyama Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî xitabî xortên Fransayê ku roja Çarşemiyê bi zimanê Fransî li nav torên civakî hat weşandin da, hatiye: “Ji serokomarê xwe bipirsin, çim aji bêrêziya ji pêxemberê Xwedê piştgiriyê dike û wê wek azadiya axaftinê dizane? Gelo wateya azadiya axaftinê ev e: Dijûn û bêrêzî, xwe jî li kesayetiyên pîroz û ronî? Gelo ev karê ehmeqane, bêrêziya li fehm û têgihîştina miletekî nîne ku ew wek serokê xwe bijartiye?

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di dewama peyamê da her wiha ragihand: Pirsa din ev e ku çima gumanbirina li Hulokastê sûc e? û Heke kesekî tiştek li ser wê nivîsî, divê here zîndanê, lê bêrêziya li pêxember azad e?

Kovara fransî ya Charli Hebdo vê dawiyê careke din karîkatorên bêrêzane derbarê pêxemberê Îslamê (S) weşandine.

Emmanuel Macron serokomarê Fransayê jî di axaftineke dûrî urfa dîplomatîk û bingehên demokrasiyê ragihand ku Fransa dê hema wisa weşandina karîkatorên bêrêzane dijî Resûlê Îslamê (S) bidomîne.

Gelek ji welatên îslamî û erebî jî bi nîşana nerazîtiya li hemberî weşandina dîmenên bêrêzane dijî pêxemberê hêja yê îslamê (S) li Fransayê û piştgiriya Macron ji vê kiryarê, bi lidarxistina xwenîşandanê û kempeynên gelanî û daxwaza boykotkirina kelûpelên fransî, hêrs û nerazîtiya xwe diyar kirin.

Başa dön tuşu