CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Li Belçîkayê 629 terorîstên biyanî hene

Wezîrê Navxweyî yê Belçîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku me li welat 629 terorîstên biyanî tespît kirin.

Li gorî rojnameya Derniere Heureyê ku dispêre çavkaniyên Wezareta Navxweyî û ragihand ku li Belçîkayê 629 terorîst hatine tespîtkirin, ji wan 276 jê li Sûriyeyê tevlî şer û pevçûnan bûn û hejmara terorîstên ku ji Sûriyeyê vegeriyan Belçîkayê 121 kes in.

Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku li gorî doneyên wezaretê 82 terorîst hewl didin ji Belçîkayê herin nav sefên DAIŞê û şer bikin û 149 terorîstên din jî cihadîstên veşartî ne.

Serokê Saziya Kordînasyona Tekoşîna Terorê yê Fransayê Loic Garnier di axaftina xwe de ragihandibû ku ji hê nifûsê ve welatê ku herî zêde endamên DAIŞê lê hene Belçîkaye û di nava welatên Yekîtiya Ewropayê de jî herî zêde milîtan ji Fransayê çûne nav rêxistina terorîst a DAIŞê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu