FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Hezretê Îmam Elî Xameneyî: Riya mentiqî ya Îranê bo Filistînê, giştpirsiya ji filistîniyên rastîn e

Li gor rapora IRIB Newsê, Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî êvara duh yekşemê li hevdîtina tev sedan kes ji mamosta, endama taximên zanistî û lêkolînî yê zanîngehan û navendên zanistî destnîşan kir; Ev pilana Komara îslamî ya Îranê ku bi fermî li Rêxistina Netewên Yekgirtî hatiye qeyîdkirin gelo ger qayde û qirarên ku cîhanê jî bawerî pê heye cor nayê? pes ji bo çi ewrûpî hazir nabin vê rastiyê fêm bikin.

Rêberê mezine inqilaba îslamî ya Îranê bilî rexneya ji bêdengiya ewrûpiyan li hemberî cinayetên rejîma Siyonîstî li Gaza û Qudsê destnîşan kir: Bona kifşkirina cure hikûmeta welatê dîrokiye Filistînê pêwîste ku curek reftar bibe ku hemû welatên cîhanê bawerî pê hebin û ji bîr û raya giştî ya xelkê behre bê girtin û ji hemû filistîniyên rastîn  yên misilman, cihû û mesihiyên ku herî kêm 80 sale li vî erdî dijiyane çi yên nav axa Filistînê û çi jî yên ku derve ji erdên dagîrbûyî dijîn bikevine bikaribin nezera xwe bêjin.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî bal kişande ser xwe mezlûmnîşandana Şimrê vê dewranê yanî serokwezîrê Rejîma zarokkuje Siyonîstî li seferên xwe yên bo Ewrûpa û destnîşan kir: Ev cinayetkara ku serokê hemû zalimên dîrokê ye, bi derew gotiye ewrûpiyan ku Îran dixwaze me û çend milyon cihû jinav bibe, li halê ku rêçareya Îranê bona çareserkirina mesela Filistînê bi tamî mentiqî û gor qayde û qirarên demokrasiyê ye.

Rêberê mezine inqilaba îslamî ya Îranê bal kişande ser cî û mewqiya bilinde Komara îslamî ya Îranê linav gelên cîhanê û got: îrana îslamî li nav dewletên zorbêj û bê erziş dijminê herî zav heye li halê ku li nav para pirtire xelkê navçê û para pirtire welatên cîhanê qedr û qîmeta herî zêde heye û alîgîrên Îranê li navvan gel û welatan pirtirin û her ev mesela bûye sebeb ku dijmin hertim li fikra pîlanan bin û bi îzna xwedê li hemberî gelê Îranê û Komara îslamî ya Îranê ew hertin dê rastî işkestê werin.

Hezretê Ayetyllah Uzma Xamineyî li dewama gotinên xwe zanîngah wekî navenda herî girînge perwerdekirina hêzên baqile welêt daye zanîn û îşareyî sê pêwîstiyên sereke li nav zanîngehan kir ji wan ketina nav mesele û kirîzên welêt, perwerdehiya çandî, exlaqî û huviyetiye xwendekaran û çêkirina alûgorên hertimî û reforman li nav zanîngehan û destnîşan kir: Pêwîste mesele û pirsgirêkên welêt ji riya zanistî werin çareserkirin û ji hemû zirûfên zanîngehan, mamostayan û cewanên jîr û jêhatî bona behregirtina li vê riya girîng behre bê vergirtin.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî tecrubeya zengînkirina Oraniyoma sedî 20 mînakek ji karayî û jîrî û jêhatîbûna cewanên welêt daye zanîn û destnîşan kir: Li dewrana ku bona firotina Oraniyona zîngînbûyî ya sedî 20 hinek şert û merc danîbûn û hindek ji berpirsan jî dixwestin ku hinek parûpişkan bidin bi xebata xurtan û berxwedana wan me karî ku Oraniyona sedî 20 çê bikin û cîhanê bi nebawerî dît ku çawan me hewcetî bi Oraniyoma Amerîka, Rûsiya û Fransayê peyda nekir.

Başa dön tuşu