IraqNûçeRojhilatanavin

Li navçeya Xurmatû ya Selahedînê cenazeyên 8 kesên ku 4 roj berê ji aliyê milîtanên DAIŞê ve hatîn revandin, hatin dîtin

Hat diyarkirin ku 4 roj bere li navçeya Xurmatû ya Selahedînê ya Iraqê milîtanên DAIŞê 8 kesan revandin, îro canazeyên her heşt kesan hatin dîtin.

Berdevkê fermî yê Eniya bakûrê Xurmatû yê Heşdî Şebî Elî Hisên El-Haşimî derbarê bûyerê de ji Rojnewsê re destnîşan kir ku, “Ji berî 4 rojan milîtanên DAIŞê li nêzî gundê Încane yê li ser rêya Bexda û Kerkûkê rêya hejmarek şofêr girtin û piştî desteserkirin ber bi cihekî nediyar ve birin. Piştî vê revandinê îro li gundê Şefiq ê başûrê Xurmatû û beramber bajarokê Silêman Beg cenazeyê 8 welatiyên hatin ditîn. Ji berî ku werin kuştin dest û piyên wan hatine birîn û bedena wan parçe kirine.”Elî Hisên Elhaşimî eşkere kir ku ji bo cenaze werin naskirin, cenaze ji bo Tiba Edlî ya Xurmatû hatine şandin û got ku piştî lêkolînê derkete holê ku 6 jê Erebên Parêzgeha Kerbelayê ne û ji ber bedana du kesên din gelek hatine parçekirin nasnameya wan nehate diyar kirin.

Başa dön tuşu