CîhanEwropaNûçe

Hikûmeta Amerîka bi temamî ji kar ket

Piştî ku pêşnûmaya budçeya bihurbar ji Senatoyê derbas nebû, hikûmeta Federal a Amerîkayê, di yekemin salvegera serokatiya Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump de bi fermî hilweşiya. Krîza budçeyê dê bibe sedema bi milyonan kes bê mûçe bixebetin anjî bi zorî derkevin betlaneyê.

Sedema hilweşîna hikûmetê ew bû projeya demkî ya xerciyan ku ji aliyê Encûmena Nûneran ve hatibû şandin, li Encûmena Pîran dengên pêwist neanî. Eger projeyê deng bianiya, dibû bi awayekî demkî û heta 16ê Sibatê butçe ji saziyên hikûmî re were dabîn kirin.

Demokratan deng nedan projeyê û projeyê nikarî dengên pêwist bidest bixe. Serokê Amerîkayê Donald Trump berî hişyarî dabû û gotibû ku ji karketina hikûmetê bandoreke neyînî li artêşa welat û ewlekariya sînorên başûrê Amerîkayê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu