EfxanîstanIraqNûçeRojhilatanavin

Hikûmeta Iraqê: Em teqînên li Afganîstanê şermizar dikin

Hikûmeta Iraqê beyanameyek derbarê teqînên li mizgefteke Afganîstanê de pêkhatin de derxist û hemwelatiyên Iraqê jî vê beyanameyê wek mizah û komedî behs dikin.

Duh 03.08.2018ê teqîneke xwekujiyê li mizgefta Xoce Hesen a bajarê Gardîz a li parêzgeha Pakîta ya rojhilatê Afganîstanê pêkhat û bû sedema mirina 25 kesan û birîndar bûna 40 kesên din.

Piştî bûyerê her duh berdevkê wezareta derve ya Iraqê Ehmed Mehcub bi navê wezaretê beyanameyek belav kir û ragehand: ‘’Em ji ber teqînê nîgeran in û wê teqînê em şermizar dikin.’’

Beşek ji hemwelatiyên Iraqê di torên civakî de bi awayên mîzahî behsa wê beyanameya wezareta derve ya Iraqê dikin û bi ecêbmana xwe ve dipirsin: ‘’Gelo teqînên li welatê me pêktên jî we nîgeran dikin an na?’’

Başa dön tuşu