AsyaEfrîqaNûçe

Hikûmeta Kolombiyayê û FARCê digihin rêkeftinekê

Hikûmeta Kolombiyayê û Hêzên Çekdar û Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ji bo agirbesta yekalî gihiştin rêkeftinê.

Di çarçoveya rêkeftinê de rêxistina FARCê pejirand ku, agirbestek yekalî rabigihîne. Ev agirbest wisa tê nirxandin ku, gava dawî ya bidawîanîna şerê çekdariyê ye.

Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos got, ewê bi armanca tevlî danûstandinan bibe, dê sibe biçe paytexta Kûbayê Havanayê.

Santos duh di civîna ligel endamên koalîsyonê de eşkere kiribû, dê danûstandinên aştiyê ya bi FARCê re heta mehekî din bidawî were.

FARC di sala 1960an de li dijî hikûmeta Kolombiyayê wekî rêxistinek Marksîst Lenînîst ava bûbû û nêzikê 50 sal in şerê çekdariyê dike. Di encamê de heta niha 220 Hezar kes canên xwe ji dest dan û 5 Mîlyon kes jî koçber bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu