ÎranNûçeRojhilatanavin

Berevaniya Pîroz belgeya mezlûmbûn, mafdarî û serketina gelê Îranê ye

Wezîrê berevaniyê yê Îranê serdar sertîp pasdar Hisên Dêhqan îro çarşemiyê li merasimekê li bara Heftiya Berevaniya Pîroz (Salvegera destpêbûna şerê sepandî yê rêjîmaBeis a Iraqê dijî Îranê) û egera sepandina şêrr li ser Îranê got: Amerîka û hevpeymanên wî bi mizûriya Sedamê dîktatorê têkçûyî yê Iraqê û hevrêtiya welatên din ên hêzxurt û bi armanca kontrolkirin û jinavbirina inqilab û pergala islamî şer li ser Îranê sepandin; Lê ev şera bû sebeb ku serfirazî û hêza Inqilaba Islamî ya Îranê were misogerkirin.

Serdar sertîp pasdar Hisên Dêhqan got: Jiyana bi serfirazî, serbixwe û bi palpiştiya şiyanên navxweyî yekem, destkeftiya dewrana heşt salên Berevaniya Pîroz ji bo gelê Îranê bû.

Serdar Dêhqan her viha got: Yek ji destkeftên din ên serdema Berevaniya Pîroz guhertina nêrîna cîhaniyan li bara Îranê bû; Çimku cîhan tê gihîşt ku gelê Îranê gelekî serbixwe, azad, hişiyar e û hertim amade ye ku li hemberî her êrîşê berevaniya xwe bike.

Wezîrê parastinê yê Îranê destnîşan kir: Pergala Komara Îslamî ya Îranê ne tenê li berûlayên berevanî û leşkerî belkî li warên din ên abora neteweyî, desthilata zanistî û têknolojiyê jî pêşeng, bihêz û pergalekek mînak ji bo gelên din li cîhanê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu