
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande ku wê wêzîfeya xwe dewrî serokomarê nû bike îstîfaya Serokowezîr Bernard Cazeneuve qebûl kir.
Serokomar Hollande ji bo ku 6 mehan bi serkeftî wezîfeya serokwezîrtiyê kir spasyiya Cazeneuve kir û jê xwest hetanî hikûmeta nû ava bibe wezîfeya xwe ya serokwezîrtiyê bidomîne.
Serokê Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê Laurent Fabius di daxuyaniya xwe ya ji bo hilbijartinê de gotibû: “Di tura duyemîn a hilbijartinê de Emmanuel Macron ji sedî 66.10ê dengan wergirt û li gorî doneyên fermî bû serokomarê nû yê Fransayê.”
Li gorî pêşbîniyan dibe roja yekşemê Macron wezîfeyê serokomariyê ji François Hollande dewr bistîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)