CîhanEwropaNûçe

Hilbijartinên Parlimana Yûnanê, Partîya Rastgir a Dêmokirasîya Nû li pêş e

Encamên berayî yên hilbijartinên Parlimana Yûnanê nîşan didin ku Partîya Rastgir û Muhafizekar a Dêmokirasîya Nû li pêş partîyên din nemaze Partîya Çepgir a serdest a Aleksîs Sîpras ketîye.

Ligorî encamên berayî yên hilbijartinên Parlimana Yûnanê, Partîya Dêmokirasîya Nû sedî 39.8`î dengan bi dest xistîye di halekî da ku partîya serdest a Aleksîs Sîpras sedî 31`ê dengan bi dest xistîye.

Partîya Dêmokirasîya Nû bi vê encama ku bi dest xistîye ne hewcedarê hevalbendekê jibo pêkanîna kabînê ye.

Partîya Sosyalîst a PASOK`ê jî sedî 7 û Partîya Çep a Yûnanê KKI jî sedî 6.5`ê dengan bi dest xistine.

Encamên teqil ên hilbijartinên Parlimana Yûnanê dê îro Duşemê bên ragihandinê.

Rêberê Partîya Dêmokirasîya Nû, Karîyakas Mîtsortakîs soza geşkirina aborê, kêmkirina sermalîyê, hêsankirina sermayeguzarîya bîyanîyan, pêkanîna derfetên karkirinê û nehîştina borokirasîyê daye gelê Yûnanê.

Başa dön tuşu