ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Hilkolandina alûgorên herî dawîn ên Sûriyê li hevdîtina Zerîf û Muelim

Wezîrên karên derve yên Îran û Sûriyê, alûgorên herî dawîn ên vî welatî bi taybet pêkhatina agirbesa mayinde û şandina alîkariyên mirovhezane jibo xelkê Sûriyê hilkolandin.

Welîd Muelim, wezîrê karên derve yê Sûriyê, ku di çarçoveya gotûbêjên bi dûhev ên rayedarên îranî û sûrî de, roja şemiyê gihîşte Têhranê, bi Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê re hevdîtin û gogtûbêj pêk anî
Di vê hevdîtinê de, li ser şerrê dijî komên terorîst û karên siyasî yên ku hatine raberkirin ên jibo gotûbêj û pêkanîna aştiya li Sûriyê jî gotûbêj hat kirin.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê, dê bi karbidestên din ên  payebilind ên Îranê, ji wan bi Elî Şemxanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê re jî hevdîtin û gotûbêj pêk bike.

Elî Memlûk, serokê saziya Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyê û Welîd Muelim, wezîrê karên derve yê Sûriyê, bi armanca gotûbêja bi berpirsên Komara Îslamiya Îranê li ser alûgorên wî welatî seredana Têhranê kirine.

Bi gotûbêjên bi dûhev ên Îran, Rûsye û Sûriye, alûgorên Sûriyê ketine rewşekî  nû.

Azadkirina bajarê Helebê, şikesteka giran jibo terorîstan û piştgirên wan li Sûriyê bû û hevsengiyên siyasî li vî welatî hatine guhertin.

Di eynî demê de, roja îniyê agirbesa di navbera artêşa Sûriyê û neyarên çekdar ên sûrî ji bilî koma terorîst a DAIŞ û Feth El Şam (Berya ElNusre) û komên ser bi wan, dest pê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu