AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Hilkolandina pêvajoya berfirekirina hevkariyên aborî yên Îran û Tirkiyê

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemed Ibrahîm Tahiriyan, sefîrê Îranê li Tirkiyê şeva buhurî li hevdîtina tev serok û endamên Civata Bazirganiya Îran û Tirkiyê li bajarê Enqerê, bal kişande ser pêkutiya serokomarên her du welatan jibo pêşdabirina peywendiyên Îran û Tirkiyê û got: Rayedarên derecebilind ên Îran û Tirkiyê hertim li ser girîngiya berfirekirina peywendiyên aborî û ticarî jibo serêxwegirtina armanca “ticareta 30 milyard dolarî di salê da“ ser bingeha pêşxistina hevkariyên beşa sivîl disekinin.

Tahiriyan bal kişand ser viya ku aboriya Îran û Tirkiyê hevdu dikemilînin û her du welat dikarin li asta navnetewî bi hev ra ticaret û bazirganiyê bikin, ragihand: Çêtirkirina rewşa jêrxanan nemaze rakirina astengiyên warê gumrikan, karên ser sînoran û hêsankirin û berfirekirina tranzîtê, ji pêngavên pêwîst jibo berfirekirina têkiliyên aborî û ticarî ne.

Bîlgen Aygul, serokê Civata Bazirganiya Îran û Tirkiyê jî di vê hevdîtinê da, li ser pêwîstiya hewldana zêdetir a her du welatan jibo rakirina astengiyên ser riya hevkariyên beşa sivîl a Îran û Tirkiyê sekinî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu