IraqNûçeRojhilatanavin

Hişyarîdayîna cidî ya Bereya Sedr bo Amerîkayê

Li dewama destwerdanên Amerîkayê li karûbarên hundirî yên Iraqê, Bereya Sedr li bara hatina hêzên amerîkî bo nav axa Iraqê hişyarî da.

Elai Ebûd berdevkê aliyên aşitiyê ser bi Bereya Sedr li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona Sûmiriye News`ê, bal kişande ser karayiya hêzên artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî bona azadkirina bajarê Mûsilê li bakûra vî welatî ji destê terorîstên DAIŞ`ê û ragihand; Eger hêzên amerîkî bikevine nav axa Iraqê dê bikevine ber êrişan.

Elai Ebûd bal kişande ser viya ku grûpên aşitiyê bi pişkdariya 10 hezar hêzên çekdar ên xwe bona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstan amade ne û got: Iraqê bona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê hewcetiyek bi hêzên amerîkî tune. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu