ÎranNûçeRojhilatanavin

Hisên Emîrebdullahiyan: Amerîka terorîsmê li cîhanê belav dike

Asîstanê taybet ê serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê li karûbarên navneteweyî, bal kişand ser îdiayên Amerîkayê yên di warê hewldana jibo serkutkirina koma terorîst a DAIŞ`ê û terorîsmê û got: Amerîka û hin welat, ne tenê pêşiya pêşketin û belavbûna terorîsmê nagirin, belkî wê xurt dikin û dilezînin jî.

Li gorî rapora IRNA`yê, Hisên Emîrebdullahiyan, alîkarê taybet ê serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê li karûbarên navneteweyî, çarşemiyê bi şev li Têhranê li hevdîtina bi Xerared Ês Tîxs, nûnerê taybet ê wezareta karên derve ya Holendayê li karûbarên Sûriyê, bal kişand ser rola welatan a li çareseriya qeyrana Sûriyê û terorîsmê û hewldanên mirovhezane yên Holendayê yên di vî warî de hêjayê qedirgirtinê dan zanîn.

Hisên Emîrebdullahiyan, li dewamê, bal kişand ser alîkariyên pereyî û leşkerî yên hin welatan bo komên terorîst û herwiha got: Dewama alîkariyan bûye sedema handana terorîstan û eger ku li hember terorîsmê neyê sekinîn, wê çi dera cîhanê ewleh nebe.

Alîkarê taybet ê serokê Meclisa Îranê li karûbarên navneteweyî destnîşan kir: Terorîsm tenê ya Sûriye, Iraq û yan jî welatên din ên navçê nîne, belkî pirsgirêkeka cîhanî ye û eger ku vîna cîhanî hebe, mirov dikare pêşiya berfirehbûna wê bigire.

Nûnerê taybet ê Holendayê li karûbarên Sûriyê, jî di vê hevdîtinê de got: Çareseriya siyasî ya qeyrana Sûriyê, jibo welatên Yekîtiya Ewrûpayê re pirr girîng e.

Xrared Ês Tîxs, bal kişand ser xalên hevpar ên li nihêrînên Holenda û Îranê û li ser girîngiya mijara Sûriyê û dûhata tal a êrişa awareyên wê ber bi welatên rojavayî û biyanî sekinî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu