IraqNûçeRojhilatanavin

Hişyarîdayîna Iraqê li bara zivirîna DAIŞ`îyan nav welatên dinyayê

Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li sefera xwe ya bo Piragê li bara vê yekê ku hitimal heye terorîstên DAIŞ`ê bikevine nav welatên cîhanê hişyarî da.

Li gor rapora ajansa nûçan a Firat News`ê Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê iraqê li sefera xwe ya bo piragê û li gotinên xwe yên îro yekşemê li wezareta karên derve yê Çikê li civînekê ser navê Pêşeroja Iraqê li ber sîbera kirîzên niha ragihand; Me biryar girtibû ku hetanî kutahiya sala 2016 Iraqê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin lê ji ber hegerên meydanî û ji ber vê yekê ku terorîstan ji jin û zarokan wekî mertala însanî istifade kir, karê me kêmekê paşda ket.

Wî destnîşan kir; Siyaseta serekeye hemû aliyên siyasî li nav Iraqê jinav birina terorîstên DAIŞ`ê û parastina yekparçetiya axa Iraqê ye û helbet li şerê dijî terorîstan gelek ji welatên cîhanê alîkarî dane me û hema hîn jî ji welatên cîhanê dixwazin ku li kêlega gelê Iraqê bin ji ber ku piştî azadiya tam a Mûsilê ji destê terorîstan ji ber kavilbûna vî bajarî hewcetî bi alîkariyên cîhanî heye.

Ceferî bal kişande ser viya ku em li Iraqê ji aliyê hemû cîhanê tev grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê şer dikin ragihand, ji ber li nav terorîstan welatiyên welatên cîhanê yên zêde ji 100 welatan ji wan Amerîkî, Ingilîzî, Ustiraliyayî û Kanadayî hene û eger ev terorîstane bizivirin welatên xwe bê şik bo xelkê welatê xwe gefek tê hisab.

Başa dön tuşu