IraqNûçeRojhilatanavin

Hişyariya El-Malikî li bara parvekirina Iraqê

Alîkarê serokkomarê Iraqê li bara planên dijminan jibo parvekirina vî welatî ser esasa sîstema eşîretiyê piştî azadkirina navçên dagirbûyî ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hişyarî da.

 Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alam`ê, Nûrî Malikî alîkarê serokkomarê Iraqê  roja sêşemê li daxûyaniyekê bal kişand ser kiryara vî welatî jibo azadkirina  tam a erdên xwe ji lepên  grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û vegeriyana  awareyan bo navçên  xwe û got : Bi hereketa li vê riyê nabe  ji komployên  dijminan jibo parvekirina  Iraqê xafil bimînin.

El-Malikî bal kişand ser mudaxila eşkere ya hin welatan li karûbarên  navxweyî ya welatên din  û got : Bi saya mudaxilên hanê, civîna  suneyan 8 Sibata îsal li Tirkiyê bi armanca  parvekirina  li gor eşîreyî hat li dar xistin.

Pêştir jî Mehdî El-Semîdeyî miftî û serokê Dar Ul-Fetaya suniyên Iraqê hişyarî da kesên ku li civîna  Stenbolê jibo biryardayîna ser pêşeroja  siyasî ya suneyên Iarqê beşdarî kirin, got ku  ku rê nadin kesên hanê herin nav parêzgehên  sunnenişîn.

Alîkarê serokkomarê Iraqê her wiha  ser pêwîstiya  pêkanîna  dewleta  piraniya siyasî ay bihêz jibo derbasbûna  welêt ji qeyranên  heyî tekez kir. (BANGÊ ÎSLAMİ)

Başa dön tuşu