IraqNûçeRojhilatanavin

Hişyariya li bara qewimîna şerrê nerm ê piştî azadkirina Mûsilê

Serokê hevalbendiya neteweyî ya Iraqê, li ser qewimîna şerrekî nerm piştî azadkirina Mûsilê ji bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê hişyarî da.

Li gorî rapora IRNA`yê, Seyd Emar Hekîm, serokê hevalbendiya neteweyî ya Iraqê, roja çarşemiyê li civînekê li bara dahatiya Tirkmanên Iraqê got, dijminan dil hene piştî azadbûna Mûsilê li parêzgeha Neynewayê, şerrekî ner, li dar xînin û bi vî awayî di nava neteweya Iraqê de cidatiyê pêk bînin, lê divê her kes di vî warî de hişmend be.

Seyd Emar Hekîm, herwiha li ser pêwîstiya parastina mafên hemî kêmîneyên li Iraqê ji wan Tirkmanan sekinî û got ku divê mafên kêmîneyan di her dera Iraqê de werin berçavgirtin.

Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê jî li peyamekê bo vê civînê destnîşan kir tu qewm yan komek nikare qewmeka din berçav negire yan wê jinav bibe.

Selîm Cibûrî, serokê parlimana Iraqê jî di vê civînê de got Meclisa Iraqê wê li hember hemî armancên nesaxlem ku dil hene Iraqê parçe bikin, bisekine.

Tirkmanên Iraqê ji kêmîneyên qewmî yên li vî welatî tên hesêb ku bi giştî li navçeyên bakûrî yên Iraqê bicih bûne.

Hin pişkên berbiçav ji navçeyên xelktêde yên Tirkmanên Iraqê, piştî Hezîrana 2014`an ketine ber êrişên koma terorîst a DAIŞ`ê û bajarê Tileferê li parêzgeha Neynewayê wekî bajarekî tirkmennişîn, hîn di bin lepên vê koma terorîst da ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu