ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Sipah hêza dîyarker li Rojhilata Navînê ye

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê, Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî hêza herîbihêz a dîyarker li Rojhilata Navînê zanî û got: Sipah faktor û hokarek e ta ku dijmin li bara Îranê şaşitîyê neke.

Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê îro li merasimekê li Têhranê herwiha got: Li halekî ku dijmin bi dû zexta rewanî ser Îranê û lawazkirina vîyan li vî welatî ye, gelê Îranê hêzeke têkoşer bi navê Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî heye.

Larîcanî bal kişand ser serdestîya tam a Sipahê li warê lêzanînan li herêmê û got: Dijmin divê bizanibin ku dijminatîya li hemberî Îranê karekî zehmet e û Sipah bi hişyarî û serdestîya li warê lêzanînan ewlehî û iqtidara Îranê diparêze.

Larîcanî li ser bihêzkirina Îranê li warê berevanîyê sekinî û Sipah unsureke mektebî, gelanî û têkoşer wesif kir û got: Mezinatîya Sipahê li herêmê bi hegera van sê hêmanan bûye û vê dezgeha gelanî anegorî gefan pêşketin û imkan hene.

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê herwiha bi gotina vîya ku Îranê çav bernedaye axa tu welatekî, dîyar kir: Heke welatek bi dû çêkirina zehmetîyan jibo Îranê be yê tûşî bersiveke giran bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu