NûçeRojhilatanavin

Hizbullah: Derketina hinek ji hêzên Rûsiyê ji Sûriyê bandorekê li şerê dijî DAIŞ`ê nake

Cîgirê sêkrêtêrê giştî yê Hizbullaha Libnanê got: Derketina hinek ji leşkerên Rûsiyê ji Sûriyê ti bandorekê li şerê dijî çeteyan nake.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî, IRNA`yê, cîgirê sêkrêtêrê giştî yê Hizbullaha Libnanê, Neîm Qasim destnîşan kir: Derketina hejmarek ji hêzên Rûsiyê ji Sûriyê ti bandorekê li hêza leşkeriya artêşa Sûriyê li şerê dijî komên tekfîrî û têrorîst ji wan DAIŞ û Cebheya Nusreyê nake û artêşa vî welatî dikare navçeyên di bin kontrola çeteyên tekfîrî da rizgar bike.

Cîgirê sêkrêtêrê giştî yê Hizbullaha Libnanê got: Hizbullah jî li qada şerê li dijî çeteyan dimîne û tu guhertinek li kiryar û plan û asta amadetiya wê pêk nehatiye û biryara xwe ji bo şerê li dijî tekfîriyan heta bidestxistina rêkara siyasî ji bo çaresekririna qeyrana Sûriyê yê bidomîne.

Şêx Neîm Qasim li beşeke din a gotinên xwe tevî şermezarkirina cinayetên Alê Siûd li dijî gelê Yemenê, şîret li siûdiyan kir ku ji qopiya Yemenê derkevin. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu