ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Cezayirî: Îran jibo sekinîna vebirr li hemberî gefa leşkerî ya Amerîkayê amade ye

Alîkarê serokerkanê hêzên çekdar ên Komara Islamiya Îranê ragihand ku Îran jibo sekinîna vebirr li hemberî gefên leşkerî yên Amerîkayê amade ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, serdar sertîp pasdar Seyîd Mesûd Cezayirî, alîkarê serokerkanê hêzên çekdar ên Komara Islamiya Îranê wek berteka li hemberî gotinên vê dawiyê yên rayedarekî amerîkî ku berbijarê hilbijartinên serokmartiya vî welatî ye û gotiye “ heke pêwîst be yê Amerîka êrişî Îranê bike“ got: Herçend ku axavtina li bara viya ku hemî bijare dijî Îranê li ser masê ne li Amerîkayê bûye şoyeke propagandê, lê Îrana islamî jibo sekinîna vebirr û giran li hemberî her bijareya amerîkiyan amade ye.

Serdar Cezayirî pêkutî kir ku gel û hêzên çekdar ên Îranê tu wexta bi dû şêrr nînin lê tenê yek dem û gavê ji amadekariya berevaniyê û pergalbûnê xafil nebûne û heke gefên Amerîkayê yên leşkerî cih bên, jibo sekinîna li hemberî wan amade ne.

Alîkarê serokerkanê hêzên çekdar ên Komara Islamiya Îranê her wiha li bara gotinên vê dawiyê yên rayedarên amerîkî li bara Sûriyê û şerê navxweyî li vî welatî got: Wer xûya dike amerîkiyan jibîr kirine ku bixwe aliyekî şerê li Sûriyê ne û bi piştgiriya giştalî ji DAIŞ`ê û têrorîstên tekfîrî eva 6 sal in ku gelê mezlûm ê Sûriyê xistine bi dûhat, kavil û ziyanên şerê biwekalet ê xwe li vî welatî.

Serdar Cezayirî helwesta amerîkiyan ya ku şerên biwekalet li Sşriyê şerê navxweyî bi nav dikin jî fêlbaziyeke propagendeyî jibo xapandina raya giştî wesif kir û got ku hevalbendiya amerîkî ya qaşo dijî DAIŞ`ê niha tu encam û dûhatek bilî pêkanîna sîwaneke piştgiriyê jibo veguhestina rext, sîleh û têrorîstên kirêgirtî jibo domandina şêrrê dijî gel û dewleta Sûriyê tinebûye.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu