FilistînNûçeRojhilatanavin

Hizbullah: Operasyona dijî siyonîstan a Şehîd El Qenber, sedema serfiraziya gelê Filistînê ye

Hizbullaha Libnanê li daxuyaniyekê destnîşan kir: Operasyona dijî siyonîstan a Şehîd Fadî El Qenber, xortê berxwedêr ê filistînî li bajarê Qudsa dagîrbûyî, tirs û xofa hêzên taybet ên artêşa Siyonîst nîşan da û bû sedema serfiraziya gelê Filistînê.

Li daxuyaniya Hizbullaha Libnanê ku duşemiyê bi şev hate weşandin, hatiye ragihandin: Ev operasyona dijî siyonîstan, hegereka palpiştiya gelê Filistînê li rêbaza Berxwdedanê wekî tenê riya azadkirina erdên xwe ji bin dagîrkeriya siyonîstan e û hegerek e ji bo vê yekê ku ev gelê mezlûm li ser lêxistina derbeyê li ewlehî û aramiya dijminê zalim û gihandina xisarlê li wê bi hemû şêwaz û îmkananên xwe sekiniye.

Hizbullahê destnîşan kiriye: Dijminê siyonîst li halekê hewl dide ku operasyona fîdakarane ya şehîd El Qenber, li çarçoveya kiryarên terorîstî bide nasandin ku bi xwe damezînerê terorîsmê ye.

Şehîd Fadî El Qenber, hêsîrekî azadbûyî yê filistînî, roja yekşemê li operasyona dijî siyonîstan, bi kamyonekê ajote ser hejmareka leşkerên siyonîst ku di encama vî karî de 6 leşkerên siyonîst hatin kuştin û 15 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Bi girantirbûna cinayetên Rejîma Siyonîst dijî filistîniyan û ji wan zarokan û herwiha destdirêjiya vê rejîmê ser avahiyên îslamî û hewldana wê jibo perçekirina cih û dema seredana mizgevta El Eqsayê, filistînî li bersiva bi van cinayetane, li Cotmeha 2015`an Intifazeya Qudsê dest pê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu