ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hizbullaha Iraqê: Hêzên Berxwedêr ên Iraqî yê destê êrişkerê ser Îranê da qut bikin

Berdevkê Yekîneyên Hizbullaha Iraqê wekî berteka li hemberî gotinên vê dawîyê yên Serokomarê Amerîkayê got: Bila Trump xeyala êrişa ser Îranê ya ji axa Iraqê ji bîr bike çimik, Hêzên Berxwedêr ên iraqî yê destê her êrişkerê ser Îranê da qut bikin.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump duh di hevpeyvîna digel kanala SBS NEWS a wî welatî da idia kir: Dewama hebûna hêzên amerîkî li Iraqê ji bo çavdêrîya ji nêzîk va ya ser Îranê ye.

Berdevkê Yekîneyên Hizbullaha Iraqê Ceifer Hisênî îro di hevpeyvîna digel Kanala Nûçan a Al Mayadeenê da pêgirî kir ku divê parlimanterên iraqî pêşnivîsa qanûna derketina hêzên amerîkî ji Iraqê amade bikin, ragihand: Erka nû ya Artêşa Amerîkayê li gorî gotinên Trump tam kivş e û komên berxwedêr ên Iraqê haya wan ji nêta dijminane ya Amerîkayê heye.

Wî bi gotina vê yekê ku gotinên Trump binpêkirina helwestên fermî yên Iraq û serwerîya vî welatî ye, dîyar kir: Hêzên amerîkî îzna karkirina xweserê xwe û êrişan li deverên sînorî tinene.

Berdevkê Yekîneyên Hizbullaha Iraqê Ceifer Hisênî herwiha got: Komên berxwedêr ên Iraqê heger, alv û şîyana sekinîna li hemberî hêzên amerîkî hene û hêzên sîyasî yên Iraqê jî dixwazin ku hêzên amerîkî ji Iraqê derkevin.

Wî herwiha got: Komên berxwedêr ên Iraqê lêzanînên tam derbarê hejmara hêzên amerîkî, cihê mayîn û erkên wan hene.

Başa dön tuşu