LubnanNûçeRojhilatanavin

Hizbullaha Libnanê boykotkirinan Astana Quds a Rezewî û Wezîrê karên derve yê Sûriyê şermezar kir

Tevgera Hizbullaha Libnanê kiryara Yekîtiya Ewropayê ya boykotkirina Feysel Miqdad Wezîrê karên derve yê Sûriyê û kiryara Amerîkayê ya danîna navê Astana Qudsa Rezewî (S) di lîsteya terorîstî da şermezar kir.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Malpera Ehdê, di daxuyaniya Tevgera Hizbullaha Libnanê da hatiye: Yekîtiya Ewropayê ku bixwe jibo terorîsm û rêxistinên terorîstî û piştevaniya ji wan sîvana alîkariyê pêk tîne, dewsa ku bi rêya Wezareta karên derve ya Sûriyê û bi pêkanîna kanalên gotûbêja bi welatê Sûriyê ra û hewildana jibo pêkanîna ewlehiyê li navçeyê bixebite, wezîrekî dewleta qanûnî ya Sûriyê boykot kir.

Tevgera Hizbullaha Libnanê di daxuyaniya din da bertek nîşanî biryara Amerîkayê ya boykotkirina Astana Qudsa Rezewî (S) nîşan da û ragihand: Asta dînitî û nefreta wezareta karên derve ya Amerîkayê bi nêzikbûna rojên dawiyê yên heyama serokomarê niha yê vî welatî, bi awayekî berbiçav zêde bûye, ji ber ku vê wezaretxaneyê kîna xwe ya aşkira di çend waran da nîşan daye.

Tevgera Hizbullaha Libnanê her wiha hecmeya hovane ya Amerîkayê dijî Heşda Şeibiyê ya Iraqê kiryareke riwa û pêngavek bi armancên aşkira da zanîn û destnîşan kir: Heşda Şeibiyê misogeriyek jibo yekparçetiya axa Iraqê û girîngtirîn hêmana hêzê ya wê li hemberî rêxistina terorîstî ya DAIŞê û terorîsma tekfîrî ye.

Başa dön tuşu