NûçeRojhilatanavinSûriye

Madeyê Jehrawî li Idliba Sûriyê hatin veguhestin

Çavkaniyên nûçeyan ji veguhestina madeyên jehrawî li Idliba Sûriyê ji aliyê Kum Sipiyan û kesên çekdar agahî dan.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya kanala televîzyonî ya El Meyadînê, Kum Sipî û kesên çekdar hin boşqeyan ji zîndana El Ceser El Şexûrê ya Idlibê derxistin û tê gotin di wan de gaza Kolorê hebûye.

Li gorî vê raporê, madeyên jehrawî bi sê trombîl û 12 motorsîklêtan, ji bo avahiyekê li başûrê El Ceserê hatine veguhestin.

Rûsye berî niha li bara amadebûna komên çekdar ji bo êrişa kîmyayî ya li parêzgeha Idlibê bi armanca tawanbarkirina artêşa Sûriyê hişyarî dabû.

Parêzgeha Idlibê li bakûrê rojavaya Sûriyê, hîn jî li bin lepên komên curbicur ên terorîst e û artêşa Sûriyê xwe ji bo paqijkirina terorstên Bereya Nusre, DAIŞ û komên din ên terorîst ên vê navçeyê amade dike.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011an ve bi êrişa berfireh a komên terorîstên ku Erebistan, Amerîka û hevgirtiyên wan yên wek Îngilistan û Firansa pişta wan digirtin, ji bo guhertina rewşa navçê li ser xêra Rejîma Siyonîst destpê bû.

Ji ber vê qeyranê heya niha bi mîlyonan sûrî aware bûne.

Başa dön tuşu