NûçeRojhilatanavinSûriye

Hêzên taybet ên artêşa Sûriyê li bajarê Reqayê gorên komkî derxistin

Çavkaniyên nûçeyan qala vedîtina gorên komkî li Reqaya Sûriyê dikin.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji zarê Kanala Russia Today a Erebî, Hêzên taybet ên artêşa Sûriyê derxistina meytan ji van gorên komkî li bajarê Reqayê dest pê kiirne.

Pêştir jî hêzên artêşa Sûriyê, sê gorên komkî li derdora Reqayê ku  bi sedan meyt têdabûn, vedîtin.

Li gorî nûçeyeka din ji Sûriyê, artêşa vî welatî roja Yekşemiyê hejmareka gund û navçeyên din li başûr û başûrê rojhilata parêzgeha Derayê azad kirin û ewlehiya cadeya Eman-Şamê bi tamî dabîn kirin.

Artêşa Sûriyê her wiha çend ambarên çekan yên komên têrorîst bi dest xistin û nexweşxaneyeka çolê û kargeheka çêkirina bombeyan ji kontrola têrorîstan derxistin.

Başa dön tuşu