CîhanErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Hizbullaha Yemenê baregehên destdirêjkerên siûdî dan ber topan

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê baregehên destdirêjkerên siûdî li Sehra El Beqeyê li navçeya Necranê li başûrê Erebstanê dan ber topan.

Her wiha yekîneya mûşekî ya artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê Yekşemiyê şevê bi mûşekekê êrişî baregehên siûdiyan li bereyên sînorî kirin.

Li vî halî rayedarekî ewlehiyê qala dagirkirina bendergeha niftî ya El Neşîmê li parêzgeha Şebweyê li başûrê rojhilata Yemenê ji aliyê hêzên El Nuxbe El şebwaniye ser bi Imaratê kir; Welatê ku hevpeymanê sereke yê hevpeymaniya siûdî li destdirêjiya ser Yemenê kir.

Li gorî vê raporê, Dagirkirina bajarê perravî yê El Neşîmeyê bi armanca hewilanên Ebu Zebiyê ji bo astengîderxistina li ser riya derfirotina nifta Yemenê ji riya vê bendergehê va pêk hatiye.

Başa dön tuşu