Hizbullaha Yemenê gelek kirêgirtiyên siûdî kuştin
Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê hewldana kirêgirtiyên siûdî jibo pêşdeçûna ber bi gundê El-Hewlê li navça Nêhêmê li parêzgeha Senayê bêencam kirin.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Mêhr Newsê û ji zarê El-Minarê, çavkaniyeke eskerî ya Yemenê raghand ku li vê operasyonê hêzên yemenî binavahî û meqerên kirêgirtiyê siûdî dan ber êrişan û çend kes ji wan kuştin an birîndar kirin.
Li parêzgeha Lehecê li başûrê Yemenê jî hewldanên kirêgirtiyên siûdî jibo derbasbûnanav navça Tebe El-Qihûsê bêencam ma.
Li parêzgeha Şebweyê li başûrê rojava Yemenê jî operasyonek bi êgir û bombeyên topxaneyî li navça Esîlanê cih hat ku li encama wê hejmarek ji kirêgirtiyên siûdî hatin kuştin.
Her wiha li navça El-Merîzê li Cîzanê li Erebistana Siûdî, trimbêla eskerên siûdî hat îmhakirin.
Çavknaiyeke eskerî jî ragahnd ku hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê îro hewldana kirêgirtiyên siûdî jibo pêşdeçûna ber bi navça El-Qerneynê Şiefê li parêzgeha El-Cewfê li bakurê vî welatî bêencam kirin.
Vê çavkaniyê ragihand: Li vê operasyonê hejmarek ji kirêgirtiyên siûdî hatin kuştin an birîndar bûn û trimbêleke eskerî ya wan jî hat têkbirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)