ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Hizbullaha Yemenê gelek kirêgirtiyên siûdî kuştin

Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê hewldana kirêgirtiyên siûdî jibo pêşdeçûna ber bi gundê El-Hewlê li navça Nêhêmê li parêzgeha Senayê bêencam kirin.

 Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Mêhr Newsê û ji zarê  El-Minarê, çavkaniyeke  eskerî ya Yemenê raghand ku li vê operasyonê hêzên yemenî binavahî û meqerên  kirêgirtiyê siûdî dan ber êrişan û çend kes ji wan kuştin an birîndar kirin.

Li parêzgeha Lehecê li başûrê Yemenê jî hewldanên  kirêgirtiyên siûdî jibo derbasbûnanav navça  Tebe El-Qihûsê bêencam ma.

Li parêzgeha Şebweyê li başûrê rojava Yemenê jî operasyonek bi êgir û bombeyên  topxaneyî li navça Esîlanê cih hat ku li encama wê hejmarek ji kirêgirtiyên siûdî hatin kuştin.

Her wiha li navça El-Merîzê li Cîzanê li Erebistana Siûdî, trimbêla  eskerên siûdî hat îmhakirin.

Çavknaiyeke eskerî jî ragahnd ku hêzên  artêşê û komîteyên  gelanî yên Yemenê îro hewldana  kirêgirtiyên  siûdî jibo pêşdeçûna  ber bi navça  El-Qerneynê Şiefê li parêzgeha  El-Cewfê li bakurê vî welatî bêencam kirin.

Vê çavkaniyê ragihand: Li vê operasyonê  hejmarek ji kirêgirtiyên siûdî hatin kuştin an birîndar bûn û trimbêleke eskerî ya wan  jî hat têkbirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu