IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Cebhet ul Nusre: Amerîka pişta me digire

Serkirdeyekî koma têrorîst a Cebhet ul Nusrê (Cehbeya Feth ul Şamê) dibêje ku Amerîka pişta vê komê digire.

Li gorî rapora PressTV`yê, Ebulez serkirdê koma têrorîst a Cebhet ul Nusrê li gotûbêja ligel rojnama almanî ya Kolner Ştat-Instaygerê got: Amerîkî li alîyê me ne.

Vî têrorîstî herviha got: Cebhet ul Nusre ku niha Cebhet Feth ul Şam tê binavkirinê, çavkanîyên daraîyê ji Erebistan, Qeter û Kuweyutê werdigre û tank û alavên pêwîst jibo topxanên wê jî ji Lîbîyê û bi rêka Tirkîyê tên dabînkirin.

Elez herviha qedrê şandina mûşekên Tav ên li dijî tankan ku Amerîka dabîn dike girt û got: Ev mûşekana bi awayekî rasterast digihêjin ber destê Cebheya Feth ul Şamê. Ev mûşekana radestî komeke taybet hatine kirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu